Elî Bapîr: Sedî sed ligel encamdana referandûmê ne

Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr piştî civîna ligel şanda hevbeş ya PDK û YNKê, di konferanseke rojnamevanî de ligel Kargîrê Polîtbîroya YNKê Mela Bextiyar de ragihand, ew ji sedî sed ligel encamdana referandûmê ne û piştîgîriya wê proseyê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her di wê konferansê de, Kargîrê Polîtbîroya YNKê Mela Bextiyar ragihand, rewşa hatiye pêş Kurd, pêwîst e her aliyek hewl bide ku wê derfetê sûdê jê werbigire û got: “Nabe baştir dem jidest bidin.”

Îro 3 Nîsanê 2017an û piştî rojekê ji civîna şanda bilind ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya Serok Barzanî, ku  bo guftûgokirina pirsa encamdana referandûm û serxwebûnê, ligel aliyên siyasî û pêkhateyên netewî û olî yên Herêma Kurdistanê  bikin.

Şanda hevbeş ya PDK û YNKê, ji aliyê PDKê ve Dr. Roj Nûrî Şawês, Hişyar Zêbarî û ji aliyê YNKê ve ji Mela Bextiya û Seidî Pîre pêk hatibû.

Îro wê şanda hevbeş serdana her yek ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê kir. Biryar e jî di rojên pêş de jî serdana Tevgera Goranê bikin.