Cîgirê Serokê Şaredariya Rezan hat bincavkirin

Polîsên Diyarbekirê bi ser Şaredariya Rezan de girtin û cigîrê serokê wê şaredar Murat Satici binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsên Diyarbekirê bi ser Şaredariya Rezan de girtin û cigîrê serokê wê şaredar Murat Satici binçav kirin.

Îro danê sibê polîsan li dijî Şaredariya Rezan ya DBPê operasyon pêk anîn û nav avahiya Şaredariyê de lêgerîn û lêkolîn kirin. Di heman demê de polîsên dijî terorê bi ser mala  Cigîrê Serokê Şaredariya Rezan Murat Satici de girtin û ew binçav kirin.

Hat zanîn polîsan Cigîrê Serokê Şaredariya Sûrê yê ji kar hatibû dûrxistibûn jî, binçav kirine.

Şaredariya Rezan tekane Şaredariya DBPê yê li navenda Diyarbekirê ye ku bo wê qeyûm nehatiye danîn û Seroka Şaredariyê jî Bîrsen Kaya Akat e.

 

Fly Erbil Advertisment