Şanda hevbeş a PDK û YNKê serdana Bexdayê dike

Biryar e sibe şanda hevbeş a PDK û YNKê û nûneratiya Serokatiya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bikin û derbarê encamdana referandûm û serxwebûnê ligel aliyên Iraqî bicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe şanda hevbeş a PDK û YNKê û nûneratiya Serokatiya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bikin û derbarê encamdana referandûm û serxwebûnê ligel aliyên Iraqî bicivin.

Li gor zanyariyên K24ê, şanda ku ji her yek Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî û endamê Polîtbîroya YNKê Ednan Muftî pêk tê.

Ji aliyekî din ve jî, biryar e sibe şanda hevbeş a PDK û YNKê serdana Silêmaniyê bike û derbarê pirsa encamdana referandûmê ligel Tevgera Goranê bicive.

Herwiha bo pirsa referandûmê, duh şanda hevbeş a PDK û YNKê li Hewlêr ligel her yek ji Yekirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamî ya Kurdistanê û Partiya komonist a Kurdistanê civiyabû.

Civîna şanda hevbeş a PDK û YNKê piştî wê yekê tê, ku roja 2 vê mehê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Polîtbîroya PDK û Polîtbîroya YNKê civiyan û biryar dan ku bo encamdana referandûnê bi şandeke hevbeş ligel aliyên siyasî bicivin û şandeke din a hevbeş bo serdana Bexdayê bike.