Şanda leşkerî ya Amerîkî: Amerîka bi serkidayetiya Serok Barzanî sersam e
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokerkanê Hevbeş a Amerîka General Joseph Dunford û şanda pê re kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokerkanê Hevbeş a Amerîka General Joseph Dunford û şanda pê re kir.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Roja sêşem 04.04.2017 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Joseph Dunford Serok Erkanê Hevbeşê Artêşa Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Jared Koshner Şêwirmendê Bilindê Serokê Amerîka û Tom Bosard Şêwirmendê Asayîşa Navxweyî ya Serokê Amerîka û Kêyt Shiller Birêveberê Operasyonên Nivîsîngeha Ovel û Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û General Dawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraq û ji hejmarek berpirsên siyasî û serbazî ya Konsolxane û Artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de ku şandekî bilinda hikûmî û emnî û siyasî û serbaziya Herêma Kurdistanê amadebûn, Serok Erkanê Hevbeşê Artêşa Amerîka li axaftina xwe de pêzanînên xwe ji bo serkirdayetiya Serok Barzanî û destkeftên hêzên Pêşmerge li şerê terorîstên Da'îş de hebû û serxweşiyê jî li Serok Barzanî û malbatên şehîdên Pêşmerge kir û ragihand ku qurbanîdana Pêşmerge li şerê terorê da bi nirxtirîn babete û xwîna şehîdên Pêşmerge pabendbûna Amerîka bi piştevaniya Herêma Kurdistanê berfirehtir dike û eve jî xisterû ku ji bo berdewamiya serkeftinan pêwîstiya me bi hemahengî li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê heye. Li beşekî dinê axaftina xwe de behsa têgihîştina Amerîka û îdareya nû ya welatê xwe kir li êş û azarên gelê Kurdistanê. Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan tekez li ser dostayetî û hevpeymaniya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kir û eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku gelê Amerîka û îdareya nû ya Amerîka sersamin bi serkirdayetiya Serok Barzanî û qehremaniya Pêşmerge.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasî hikûmet û artêşa Amerîka kir ku li şerê terorê da palpiştê Pêşmerge bûn û ji bilî balkişandina li ser qehremanî û qurbanîdana Pêşmerge ragihand ku cihê şanaziye ku bi yarmetiya Amerîka û hevpeymanan Pêşmerge efsaneya Da'îşê şikand û xweşhaliya xwe jî nîşanda ku bi sedema hemahengiya bê wêneya di navbera Pêşmerge û artêşa Amerîka serkeftinên mezin hatine tomar kirin bi bêyî wê yekê tenê yek cîheke sivîl jî bibe armanc. Serok Barzanî tekez jî li ser berdewamî û bihêztirbûna hevpeymaniya di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka li şerê terorê de kir.
Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî behsa dîroka hevbeşa gelê Kurdistan û dewleta Iraqê û wan êşan kir ku li ser destên hikûmetên Iraqê tûşî gelê Kurdistanê hatine. Tekez jî li ser çanda pêkvejiyan û nebûna hesasiyeta neteweyî û tayîfî li Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku her ew çand wiha kiriye gelê Kurdistanê li şerê terorê da serbikevê.
Her li vê civînê de rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî ya meydaniyên li şerê Musil hate nirxandin û ronahî xistin li ser wan metirsî û gefên ku li qonaxa piştî Da'îş têne holê.