12. Pêşangeha Pirtûkan li Hewlêrê bi beşdariyan Barzanî tê vekirin
Îro bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 12emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hate vekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 12emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hate vekirin.
Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihêşte Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê û beşdarî di merasîma vekirina wê pêşangehê kir.
Salane Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê tê vekirin, bo îsal jî çendîn dezgehên cape û weşanê yên navxweyî û biyanî tê de beşdar in. Herwiha Pirtûkên bi zimanê Kurdî, Erebî, Îngilîzî û zimanên din tê numayişkirin.
Di roja yekem ya pêşangehê de, ji bilî ji berpirsên hikûmî û dezgehên ragihandinê û rewşenbîran, beşek ji berpirsên din yên Iraqî tê de amade bûn. Herwiha biryar e jî di rojên din din hejmarek mezin ji kesayetiyên siyasî û nivîskar serdana wê pêşangehê bikin.