Li 15 deverên Çewlikê qedexe hat ragihandin
Li bajarê Çêwlikê yê Bakurê Kurdistanê 7 gund û 8 taxên derûdora Çiyayê Sipî qedexeya derketina derva hate ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Çêwlikê yê Bakurê Kurdistanê 7 gund û 8 taxên derûdora Çiyayê Sipî qedexeya derketina derva hate ragihandin.
Derbarê mijarê de, Parêzgeriya Çêwlikê daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 7 gund û 8 taxên devera Çiyayê Spî ya bi ser navçeya Darahênê heta fermaneke nû qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.
Parêzgeriya Çêwlikê aşkere kir, hêzên leşkerî dê piştî qedexeyê li dijî PKKê dest bi operasyonê bikin.
Şeva borî li navçeya Darahênê gundê Gazê di navbera endamên PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de şer derketibû, pasvanekî gundan canê xwe ji dest dabû 3 pasvanê gundan û leşkerekî jî birîndar bûbûn.