Bo avakirina prosesa aştiyê konferansek hate lidarxistin

Ji aliyê komeleya mafê mirovan û Yekîtiya Tabibên Tirkiyê, bi beşdarîbûna nûnerên balyozxaneya Kolambiyayê, li ser bandora şer û li Tirkiyê careke din avakirina prosesa aştiyê konferansek hate lidarxistin.

 

K24 – Enqere

Ji aliyê komeleya mafê mirovan û Yekîtiya Tabibên Tirkiyê, bi beşdarîbûna nûnerên balyozxaneya Kolambiyayê, li ser bandora şer û li Tirkiyê careke din avakirina prosesa aştiyê konferansek hate lidarxistin.

Li Tirkiyê ev nêzîkî 39 sal in di navbera PKKê û Artêşa Tirkiyê de şer berdewam e. Prosesa aştiyê di sala 2013an de hatibû avakirin lê, di sala 2015an de ev proses bi dawî bû û şer li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gurtir bû. Di Konferansa ku li Enqerê bi beşdariya Ataşeyê Balyozxaneya Kolambiyayê hate lidarxistin de pêşî mijara şerê ku berdewam dike û bandora wê ya li ser derûniya gel hate rojevê.

Bi boçûna Pispora TIBa Edlî Şebnem Korur Fincanci, ji ber şerê ku hîna jî berdewam e, ligel kuştin û koçberiyê zirareke mezin gihiştiye derûniya welatiyan û trawmayên mezin li ser welatiyan peyda bûne.

Pispora Tiba Edlî Şebnem Korur Fîncanci ji K24ê re jî wiha axivî: “Di sala 1980an de darbeya leşkerî, di sala 1990an de jî şewitandina gundan û niha jî li seranserê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Ji ber şerê evqas giran derûniya gelê herêmê bi temamî xirabûye. Têkîliyên civakî û rojane zirareke mezin dîtine. Xwekuştin û meyla tundiyê zêde bûye. Zarokên ku di nava şer de mezin dibin di jiyana rojane û dibistanê de gelek lavaz dimînin. Ev trawma bi xwe re bêkariyê jî tîne.”

Di konferansê de ji bo careke din li Tirkiyê aştiyeke mayînde pêk bê beşdaran nêrînên xwe raber kirin. Ligel vê yekê li ser mijara Kolambiyayê ku di navbera gerîllayên FARC û hikûmeta Kolombiyayê de piştî şerê çekdarî peymana aştiyê hatibû îmzakirin ji bo aştiya li Tirkiyê pêk bê wek mînak hate dayîn.

Ataşeyê Balyozxaneya Kolombiyayê yê Têkiliyên Polîtîkayê Marcello Macedo Rîzo di konferansê de got: “Di navbera Gerîllayên FARC û Hikûmeta Kolaombiyayê de 52 salan şerê çekdarî berdewam kir. Di vî şerî de nêzîkî milyonek insanan canê xwe ji dest da û bi giştî jî 8 milyon kesî cih û warê xwe terikand û mexdûr bûn. Paşî hate famkirin ku bê guftûgo tu çareserî pêk nayê. Niha FARC’ê çek danîn û dê bikevin parlementoyê. Rewşa Tirkiyê jî dişibe ya Kolombiyayê. Bi şer aştî pêk nayê. Rêya çareseriyê mûzakere, heqîqat û edalet e.”

Di konferansê de beşdaran Amaje pê kir ku ji ber şerê niha li Tirkiyê berdewam dike 40 hezaran zêdetir kesî canê xwe ji dest daye û bi milyonan insan jî mexdûr bûne. Herwiha beşdaran bang li rayedarên PKKê û hikûmeta Tirkiyê kirin ku wekî Kolombiyayê çareseriyekê peyda bikin da ku li Tirkiyê kuştin û koçberî zêde nebe.