Fazil Mîranî: Referandûm mafê hemû gelan e

Şanda Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê serdana Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî kir û derbarê biryara palementoyê ya daxistina Ala Kurdistanê li Kerkûkê de pirsa Selîm Cibûrî kir û nêrîna wî di wê derbarê de wergirt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê serdana Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî kir û derbarê biryara palementoyê ya daxistina Ala Kurdistanê li Kerkûkê de pirsa Selîm Cibûrî kir û nêrîna wî di wê derbarê de wergirt.

Piştî bidawîbûna civîna şanda Herêma Kurdistanê û Serokê Parlementoya Iraqê, Selîm Cibûrî û Fazil Mîranî bersiva rojnamevanan dan.

Selîm Cibûrî ragihand, bi hizra Parlementoya Iraqê, ku hewla çareseriya pirsgirêkan daye, bi riya guftûgoya ligel hemû aliyên ku tê de beşdar bin.

Herwiha Selîm Cibûrî, çareserkirina pirsgirêkan bi riya danûstandinê, bi peyamek bo xelkê Iraqê binav kir.

Endamê şanda Herêma Fazil Mîranî jî ragihand, di civînê behsa pirsa referandomê kirine û li ser vê rêkeftine ku referandûm mafê hemû gelan e û li hin welatan, hikûmet bixwe referandûmê li ser karûbarên jiyanî yên rojane jî pêk tîne, ji ber vê gelê Kurd mafê wî heye referandûmê pêk bîne.

Fazil Mîranî derbarê encamdana referandûmê de jî got: ‘’Ev nayê wê wateyê ku hema li dû referandoma Kurdistanê, bilez Kurdistan xwe cuda bike. Kurd referandomê pêk tîne bo ku em nêrînên gelê xwe wergirin.’’

Derbarê babeta duyem de jî Fazil Mîranî got: ‘’Me guh da Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî, ku em bizanin nêrîna wî çiye? Hindek pirs me behs kirin, derbarê çawaniya vê biryarê de jî me hin pirs kirin û me daxwaz kir gotûbêjên me berdewam be.’’