Tirkiyê hişyariyê dide Rûsya û Îranê

Piştî êrîşa kîmyewî ya li Xan Şêxonê, Wezreta Derva ya Tirkiyê hişyarî da Rûsya û Îranê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî êrîşa kîmyewî ya li Xan Şêxonê, Wezreta Derva ya Tirkiyê hişyarî da Rûsya û Îranê.

Berdevkê Wezata Derva yê Tirkiyê Hûseyîn Mûftûoglu derbarê bûyera  êrîşa kîmyewî ya li Xan Şêxonê de ragihand ku, êrîşa kîmyewî ya li Xan Şêxonê şert û mercên agirbesta li Sûriyê binpê kiriye û bûye sedema metirsiyê. Divê Îran û Rûsya berpirsiyariyên xwe bizanin û hişyariyê bidin Sûriyê. 

Di vê çarçoveyê de Tirkiye piştî êrîşê ji Balyozxaneyên Îran û Rûsyayê yên Li Tirkiyeyê re nîgeraniyên xwe ragihand.

Duh danê sibê, gundê Xan Şêxon û hin deverine din ji Idlibê bi çekê kîmawî (Gaza Sarîn û Klorê) hate bombebarankirin. Di encamê de bêhtir ji 100 kesî canê xwe jidest dan û bêhrir ji 400 kesên din jî birîndar û tûşî bihntengiyê bûn.