Sedir ji Esed daxwaz dike, ji desthilatê dakeve

Rêberê Tevgera Sedir ji Serokê Sûriyê Beşar Esed daxwaze ku ew dest ji kar vekişîne û desthilatê radestî xelkê Sûriyê bike, da ku ew çarenivîsa xwe diyar bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêberê Tevgera Sedir ji Serokê Sûriyê Beşar Esed daxwaze ku ew dest ji kar vekişîne û desthilatê radestî xelkê Sûriyê bike, da ku ew çarenivîsa xwe diyar bikin.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda El-Sedir ku yek ji rêberê Şîeyên Iraqê ye, li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Facebook” belav kir û daxwaz ji Amerîka, Rûsa û hemû aliyên din yên leşkerî yên destêwerdanê di karûbarên Sûriyê de dikin, ji Sûriyê vekişin.

Muqteda El Sedr di daxuyaniya xwe xwe de dibêje: “Ya baş e ew ku Serokê Sûriyê Beşar Esed bilez xwe ji desthilatê vekişîne û desthilatê bide xelkê Sûriyê, da ku Sûriyê ji şer û terorê biparêze. Herwiha berî ku bixwe poşman dibe.”

Ev helwesta Muqteda Sedir piştî rojekê ji bombebarankirina Amerîka ji Sûriyê re tê.