Kusret Resûl: Pêwîstiya me bi yekrêziyê heye

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl ragihand: “Pêwîstiya me bi dirustkirina yekrêzî û yekdengiyê heye, li nava rêzên YNKê û hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê, ku di asta pêşhat û guhratinên navçê de be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ev daxuyaniya Kusret Resûl di çarçova civînekê de ligel Pêşmergeyên Dêrîn de hat. Li gor daxuyaniya sekreterê rojnamevanî ya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê, di wê hevdîtinê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir û ragihand, ew pêngavên ku hatine avêtin, cidî ne.”

Di beşeke din ya wê daxuyaniyê de hatiye, di wê hevdîtinê de amaje bi jiyan û xizmeta Pêşmergeyên Dêrîn hatiye kirin, Kusret Resûl jî ragihandiye, “Erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, jiyaneke baş û hêjayî bo Pêşmergeyên Dêrîn û mal û zarokên wan dabîn bike.”