Qamişlo.. Mangirtinek ji bo Xan Şêxonê

Hejmarek ji çalakvan û rojnamevanên Kurd mangirtineke ji bo şermezarkirina komkujiya Xan Şêxon li bajarê Qamişlo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji çalakvan û rojnamevanên Kurd mangirtineke ji bo şermezarkirina komkujiya Xan Şêxon li bajarê Qamişlo kirin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, çalakvanên Kurd di mangirtinê de piştgiriya xwe ji xelkên Xan Şêxon re nîşan dan. Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî dikin, da ku komkujiyên hevawa careke din neyên encamdan.

Roja 4 Nîsanê, gundê Xan Şêxon û hin deverine din ji Idlibê bi çekê kîmawî (Gaza Sarîn û Klorê) hate bombebarankirin. Di encamê de bêhtir ji 100 kesî canê xwe jidest dan û bêhrir ji 400 kesên din jî birîndar û tûşî bihntengiyê bûn.