Herêma Kurdistanê bi fermî pirsa referandûmê ligel nûnerên welatan gotûbêj dike
Civîna di navbera şanda bilind a Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê encamdana referandûmê de ligel kunsul û nûnerên dest pê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna di navbera şanda bilind a Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê encamdana referandûmê de ligel kunsul û nûnerên dest pê kir.
Îro li Hewlêrê şandeke bilind ya Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê encamdana referandûmê de ligel kunsul û nûnerên welatan dicive.
Mijarên sereke yên civînê jî, encamdana referandûmê û encamên serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ronîkirina helwesta Herêma Kurdistanê derbarê dawî guhartinên herêm û navçeyê ne.
Li gor zanyariyan, her yek ji Dr. Roj Nûrî Şaweys, Hişyar Zêbarî, Fûad Hisên, Qubad Talebanî, Hêmin Hewramî û Felah Mistefa beşdarî wê civînê dibin.