li Qamişlo şehîd Ferhad Sebrî bibîr hat

Li bajarê Qamişlo merasîmên 13emîn salvegera bîranîna şehîdê serhildana 12 Adarê Ferhad Sebrî ji aliyê Encûmena Niştimaniya Kurd Li Sûriyê (ENKS) ve hate lidarxistin. Li ser gora şehîd hejmarek ji cemawerên ENKSê û malbata Ferhad civiyan û careke din tekezî li ser berpirsyartiya rêjîma Sûriyê bi kuştina Ferhad hate kirin.

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo merasîmên 13emîn salvegera bîranîna şehîdê serhildana 12 Adarê Ferhad Sebrî ji aliyê Encûmena Niştimaniya Kurd Li Sûriyê (ENKS) ve hate lidarxistin. Li ser gora şehîd hejmarek ji cemawerên ENKSê û malbata Ferhad civiyan û careke din tekezî li ser berpirsyartiya rêjîma Sûriyê bi kuştina Ferhad hate kirin.

Di 13mîn salvegera bîranîna şehîd Ferhad Sebrî yê ku di serhildana Adarê ya sala 2004ê de, di bin lêdan û îşkenceya hêzên ewlehiya rêjîma Sûriyê de jiyana xwe ji dest dabû , Xwecihiya Qamişlo ya ENKSê merasîmên bîranînê bi rêve birin.

Serkirdeyên ENKSê dibêjin ku hewldan hatin kirin ji bo lêpirsîn bi rêjîma Sûriyê re ji alî saziyên mafên mirovan yên navdewletî ve bête kirin, lê ta niha ti encam nehatine dayîn.

Cîgirê serokê PYKS Hesen Salih di vê merasîmê de ji K24ê re wiha got: “Miletê kurd li derve û li hundirû serhildaneke mezin kir û di salvegera yekemîn de ji bîranîna şehîd Ferhad, şêx Maşûqê Xiznewî bi xurtî rêjîma Sûriyê tawanbar kir bi kuştina Ferhad û ji ber wilo jî ew gotina wî bû sedema ku rêjîma Sûriyê ew revandin û kuştin.” 

Ji aliyê xwe ve malbata şehîd Ferhad tekez dikin ku sedemê kuştina Ferhad alîkariya wî bi birîndarên serhildana Qamişlo re, dema ku ew bi otomobîla xwe vediguhestin nexweşxaneyên Qamişlo, loma hêzên ewlehî wî xwestin û piştî 2 rojan ji malbata wî re hate gotin ku kurê wan bi sedema nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Xuşka şehîd Ferhad, Sozdil Sebrî got: “Rêjîmê ji bavê min re gotin em dixwazin çend pirsan ji Ferhad bikin û ji ber wilo jî bavê min bi destê xwe Ferhad radestî wan kir. Paşê ew birin zindana Hesekê û li gorî hin hevalên Ferhad ji me re gotin, Ferhad di bin îşkenceyê de hate kuştin.”

Şehîd Ferhad Sebrî di 4 meha nîsanê de sala 1975an li bajarê qamişlo ji dayik bûye, di 6 meha Nîsanê de sala 2004ê bavê wî bi destê xwe kurê xwe radestî hêzên ewlehî kir û di 8 heman mehê di encama îşkence û lêdanê de jiyana xwe ji dest da û jinek û keçeke biçûk li paş xwe hiştin.