Li Mêrdînê 7 endamên PKKê hatin kuştin
Parêzgariya Mêrdînê da xuyakirin, di pevçûnên navçeyên Stewrê û Artuklu de 7 endamên PKK canê xwe ji dest dane ku di nav de rêveber jî hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgariya Mêrdînê da xuyakirin, di pevçûnên navçeyên Stewrê û Artuklu de 7 endamên PKK canê xwe ji dest dane ku di nav de rêveber jî hene.
Parêzgariya Mêrdînê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn, bi armanca hilweşandina senger û stargehên PKK, li gundewarên navçeya Artuklu qedexeya derketina derve hat ragehandin.
Da xuyakirin, piştî qedexeyê, hêzên ewlekariyê operasyonek berfireh li deverê kirine û li sînorên navçeyên Stewrê û Artuklu şer û pevçûnên dijwar rû dane.
Hat îdîakirin, di encamê de de 7 endamên PKK canê xwe ji dest dane.