Ceferî hat Kurdistanê

Wezîrê derve yê Iraqê Ibrahîm Ceferî, ji bo hevdîtinan hate paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê, ji alî berpirsiyarên hukimeta Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin. Di daxûyaniyek taybet bo Kurdistan24 Ceferî ragihand, , li gor wî ezmûnê herêma Kurdistanê baş û serkeftiye û bikaranîna mafên destûrî jî mafê gelê Kurd e.

K - 24 Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniya ji K24ê re Ceferî herweha got, ku: ‘’Em piştevaniyê li hemû pêngavên bo yekrêziya niştimanî dikin.’’

Derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de da nîşandan: ‘’Mafê her Kurdekî ye ku mafê xwe yê destûrî bikarbîne.’’

Ceferî di bersîva K24 de anî ziman, ku: ‘’Cudahiyê di navbera pêkhateyên Iraqê li ser bingehên netewî û mezhebî nakim. Li gor baweriya min ezmûna herêma Kurdistanê baş û serkeftiye û ev yek nîşanî cîhanê jî da ye.’’