Bangeşiya HDPê ya referandûmê li Diyarbekirê bi dawî dibe

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xebata xwe ya bangeşiya Referandûma 16’ê Nîsanê, îro (15. 04.2017) li Diyarbekirê bi dawî dike. Ji bo mitînga HDP’ê, ya ku dê li Qada Îstasyonê were lidarxistin, seranserê bajêr ji aliyê polîsan ve tê kontrolkirin. Ji bo mitînga fînalê, dê Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Pervîn Bûldan wekî axaftvan beşdar bibin.

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan HDP, nêzîkî meh û nîv e ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xebatên bangeşiyê dimeşandin û fînala xebatên xwe dê îro (15.04.2017) saet di 13:00’an de bi mitîngekê li Diyarbekirê bi dawî dikin.

Mitînga HDP’ê ya ku bangeşiya ‘Na’ dike, dê li Qada Îstasyonê ya bi ser navçeya Bajarê Nû ya Diyarbekirê ve were lidarxistin. Ji bo ewlehiya beşdarên mitîngê, hem ji aliyê polîsan ve hem ji aliyê peywirdarên komîteya amadekar ve ji saetên sibehê pê ve bergirên ewlehiyê yên dorfireh hatine girtin.

Ji bo mitînga Diyarbekirê dê Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Pervîn Bûldan wekî axaftvan beşdar bibin û dê parlementer û rêveberên HDP’ê li mitîngê cihê xwe bigirin.

Rêveberên HDP’ê ji bo tevlîbûneke girseyî pêk were, di hefteya dawîn de li bajar û navçeyên Diyarbekirê belavokan belav kiribûn û daxuyaniyan dabûn. Di daxuyaniyên ku hatibûn dayîn de ji bo ku tevlîbûneke girseyî ya wekî Newroza 2017’an pêk were, bang li gelê herêmê hatibû kirin.