HSD derbasî taxa Tebqayê dibe

Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî karî derbasî hin taxên rojhilat û rojavayê bajarê Tebqa bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî karî derbasî hin taxên rojhilat û rojavayê bajarê Tebqa bibin.

Peyamnêrê K24 ragihand, şeva borî şervanên HSDê karîn gundê Mişêrfa Bakur kontrol bikin û îro danê sibê jî karîn bikevin hin taxên rojhilat û rojavayê Tebqayê de.

Li gor zanyariyên ketine destê peyamnêrê me, ku di encama şer û pevçûnên di navbera HSD û çekdarên DAIŞê de 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Herweha 2 şervanên HSD jî canê xwe ji dest dane.

HSD roja 13 Nîsanê dest bi qonaxa çaremîn a operasyona Hêrsa Ferêt kiribû, lê operasyona kontrolkirina bajarê Tebqayê ji 21 Adara borî ji aliyê HSDê ve destpê kiriye, ku û îro karî derbasî nava taxên Tebqayê bibe.