Nirxandina partiyên Kurdistanê ji referandûmê re
Li Bakurê Kurdistanê û li Diyarbekirê, Partiyên Kurdistanî helwest û nêrînên xwe yên ji bo referandûma 16'ê Nîsana 2017'an a Tirkiyeyê diyar kiribûn û ji bo raya giştî ragihandibû.
K24 – Diyarbekir
Li Bakurê Kurdistanê û li Diyarbekirê, Partiyên Kurdistanî helwest û nêrînên xwe yên ji bo referandûma 16'ê Nîsana 2017'an a Tirkiyeyê diyar kiribûn û ji bo raya giştî ragihandibû.
Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê, (PDK-T) biryarê ji endam û alîgirên xwe re hiştibû da ku li gorî daxwaza xwe dengan bi kar bînin.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) biryara hevpar a protestokirina sindoqan dabû û Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) û Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) jî biryara nexêr dabû.
Bi nêzîkbûna referandûmê re nêrîna hevpar a van partiyên navborî jî ew e ku ji ber îhtîmala hilbijartineke nû ya piştî referandûmê, divê hemû partî û rêxistinên Kurd ên Bakur bibin yek, da ku bingeha federaliyê ava bikin.