Dengdayîna Diyarbekirê: 2 kesan canên xwe ji dest dan
Li Diyarbekirê di hewşa dibistanekê de ku dengdan tê de dihate kirin, pevçûn çêbû, di encamê de 2 kesan canên xwe dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Diyarbekirê di hewşa dibistanekê de ku dengdan tê de dihate kirin, pevçûn çêbû, di encamê de 2 kesan canên xwe ji dest dan.
Bûyer li gundê Yabanardi yê girêdayî navçeya Çermûkê ku 30 kîlometre dûrî navenda Diyarbekirê ye pêk hat.
Li hewşa dibistanê piştî dengdanê di navbera du grûpan de pevçûneke çekdarî rû da û di bûyerê de 2 kesan canên xwe ji dest dan, kesekdin jî birîndar bû.
Lêkolînên polîsan ên li ser bûyerê berdewam dikin. Li ser sedemên bûyerê heta niha ti agahî nehatin belavkirin.