Boris Johnson: Esed mezintirîn terorist e

Wezîrê Derve yê Birîtanya Boris Johnson Serokê Sûriyê Beşar Esed bi “Teroristê mezin” binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Birîtanya Boris Johnson Serokê Sûriyê Beşar Esed bi “Teroristê mezin” binav dike.

Wezîrê Derve yê Birîtanya Boris Johnson gotarek nivîsand û li rojnameya “Sunday Telegraph” hate belavkirin, tê de ragihand, hîn dem bi Rûsyayê re heye, ku di derbarê pirsa Sûriyê de li aliyê rast raweste.

Boris Johnson got jî: “Beşar Esed çekê kîmawî bikar tîne û ne ji ber ku ew çek ti cudahiyê naxe di navbera qurbaniyan de, lê ew çekekî hovane ye.” Johnson got jî: “Beşar Esed bixwe teroristekî mezin e”

Herwiha Johnson got jî, Esed bi alîkariya Rûsya û Îranê ne tenê Heleb vegerand, lê piraniya Sûriyê xiste destê xwe.

Derbarê êrîşa bi çekê kîmawî ya li Xan Şêxonê de, Wezîrê Derve yê Birîtanya got: “Birîtanya û Amerîka li ser wê yekê lihev kirine, ku di baweriya me de Esed êrîşa li ser Xan Şêxonê kiriye. Ev çek jî ji sed salî ve hatiye qedexekirin.”

Roja 4 Nîsanê, gundê Xan Şêxon û hin deverine din ji Idlibê bi çekê kîmawî (Gaza Sarîn û Klorê) hate bombebarankirin. Di encamê de bêhtir ji 100 kesî canê xwe jidest dan û bêhrir ji 400 kesên din jî birîndar û tûşî bihntengiyê bûn.