Li 7 Taxên Midyat û Kerboranê qedexe hate ragihandin
Li bajarê Mêrdînê, li 7 Taxên navçeyên Midyat û Kerboranê qedexeya derketina derve hate ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Mêrdînê, li 7 Taxên navçeyên Midyat û Kerboranê qedexeya derketina derve hate ragihandin.
Derbarê mijarê de Parêzgeriya Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 7 Taxên navçeyên Kerboran û Midyatê de qedexeya derketina derve hatiye ragihand.
Qedexe îro dest pê dike û heta fermaneke nû berdewam dike.
