HSD 2 bajarokan li bakurê Reqayê kontrol dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) du bajarok li bakurê Reqayê kontrolkirin û 49 çekdarên DAIŞê kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) du bajarok li bakurê Reqayê kontrolkirin û 49 çekdarên DAIŞê kuştin.

Peyamnêrê K24ê ragihand, HSD bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî karîn herdu bajarokên Hezîme û Bexçeyê Tişrîn li bakurê bajarê Reqayê kontrol bikin. Bi vê yekê bakurê devera Celab bi temamî hate kontrol krin.

Herwiha HSDê ragihand ku, di encama rizgarkirna wan herdu bajarokan de 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û rûbereke berfereh hatiye kontrolkirin.

Di 13 vê mehê de Fermandariya Operesyona Hêrsa Ferêt qonaxa çaremîn ji aliyê bakurê rojavayê Reqayê dest pê kir, heta niha hejmareke mezin ji gund û bajarokan li bakurê Reqayê hatine kontrolkirin.