Li Şirnexê leşkerekî din hate kuştin
Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê leşkerek dî jî hate kuştin û bi vî awayî nav du rojan de hejmara leşkeren ko canê xwe ji dest dane gihişt 4 an.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê leşkerek dî jî hate kuştin û bi vî awayî nav du rojan de hejmara leşkeren ko canê xwe ji dest dane gihişt 4 an.
Îro hat zanîn li bajarê Şirnexê herêma Besta endamên PKKê li ser leşkeran reşandin û leşkerekî canê xwe ji dest da.
Ev çend roj in li herêma Besta ya Şirnexê di navbera endamên PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de şerek dijwar rû dide û duh 3 leşkerên Tirkiyeyê hatibûn kuştin.
Sererkaniya Tirkiyeyê jî ragihand ku, heta niha 46 endamên PKKê hatine kuştin.
Li Besta operasyon niha jî berdewam dike û bingehên PKKê tên bombebarankirin.