Bombebarana Tirkiyê li Amêdiyê, ziyan gihande xelkê deverê

Firokeyên şer ên Tirkiyê otombîleke çekdarên PKKê li nêzîkî qezaya Amêdiyê bombebaran kirin, ji ber wê bombebaranê ji bilî ku ziyan gihêşt çekdarên PKKê, berpirsê berê yê Liqê Amêdiyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mihemed Muhsên bi sivikî biîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

berpirsê berê yê Liqê Amêdiyê yê PDK Mihemed Muhsên ji K24ê re ragihand, hevdem di encama bombebaranê de, ziyan gihêşt projeyeke xwedîkirina ajalan, ku nêzîkî Amêdiyê bû.

Li gor zanyariyan, firokeyên şer yên Tirkiyê otombîleke PKKê kiribû armanc, bi wê êrîşê re ziyan gihêşt 3 otombîlên din yên sivîlan.