Barzanî pêşwaziya şandeke bilind ya Tevgera Sedir dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeke bilind ya Tevgera Sedir civiya û di civînê de behsa berdewamiya pêwendî û hevahengiya hevbeş hate kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeke bilind ya Tevgera Sedir civiya û di civînê de behsa berdewamiya pêwendî û hevahengiya hevbeş hate kirin.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û rewşa eniyên şer li dijî teroristan li Mûsilê hate behskirin. Herwiha ronî xistin ser hevahengî û karê hevbeş yê hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê, ku serkeftinên mezin li hember teroristan bidest xistine.
Di beşeke din ya Hevdîtinê de, şanda mêvan hizr û nêrîna Tevgera Sedir di proseya siyasî ya Iraqê de, qonaxa piştî DAIŞê û hilbijartina dahatû ya Iaqê diyar kir.
Her di wê hevdîtinê de, ji bilî amajedan bi hebûna perensîpa bawerî û pabendbûn bi peymanên di navbera herdu aliyan de, tekezî li ser pêwendî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de di qonaxa dahatûyî de kirin.