Li Diyarbekirê 119. Salvegera rojnameya Kurdıstanê hat pîrozkirin
Bi mebesta salvegera destpêka Rojnamegeriya Kurdî, li Diyarbekirê jî rojnamegerên Kurd, merasîmekî lidarxistin. Di merasîmê de bal hat kişandin ku 119 sal berê Rojnameya Kurdistan ji ber zextan ne li Kurdistanê, Qahîreya bajarê Misirê hatiye derxistin û li gel zehmetkêşiyan rojnamegeriya Kurd her diçe xwe bipêşve dibe.
K24 – Diyarbekir
Bi mebesta salvegera destpêka Rojnamegeriya Kurdî, li Diyarbekirê jî rojnamegerên Kurd, merasîmekî lidarxistin. Di merasîmê de bal hat kişandin ku 119 sal berê Rojnameya Kurdistan ji ber zextan ne li Kurdistanê, Qahîreya bajarê Misirê hatiye derxistin û li gel zehmetkêşiyan rojnamegeriya Kurd her diçe xwe bipêşve dibe.
Bi pêşengiya însiyatîfa Rojnamevanên Azad, Rojnamevanên Kurd li Diyarbekirê di 119. Salvegera derxistina 1. hêjmara Rojnameya Kurdistanê de ku destpêka Rojnamegeriya Kurdiye jî merasim hat lidarxistin. Di merasîmê de bal hat kişandin ku yekemîn rojnameya Kurdî, li derveyî Kurdistanê û bi zehmetkêşî û hewldanên ciyewaz hatiye derxistin. Dîsa hat ragihandin ku hêj jî pêkutiyên liser rojnamegeriya Kurdî didome, lê hewldanên bipêşxistin û geşkirinê jî berdewam in.
Berdevkê Însiyatîfa Rojnamegerên Azad Haki Boltan daxuyand ku li gel ku ew zext û pêkutiyên li ser rojnamegeriya Kurdî didome, bi dehan televizyon, radyo, malper, kovar û navgînên ragihandinê yên Kurd jî hatine vekirin û dikarin di nav çapameniya cihanê de bîkevîn pêşbazîyê.
Rojnamevan Haki Boltan got: “Bi Rojnameya Kurdistanê destpêkir, 119 sal berê li Misirê, li Qahîreyê. Em îro gihiştine bi dehan rojname, kovar, radyo, televizyon, malper û ajansên nûçeyan. Kurd bi Rojnemyekî derketin rê û îro pergala profesyonel ya çapameniya xwe ava kirine.”
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di nav salekî de, 6 ji wan li Turkiyeyê bi giştî 17 rojnameger hatine kuştin, û li Turkiyeyê 352 rojnamevan hatine desteserkirin, ji wan jî 119 rojnameger hatine girtin. Dîsa bi Qerarnameyên Di Hikmê Qanûnê de (KHK) jî rojname, ajans, televizyon û radyoyên Kurdî hatine girtin.
Rojnamevanê Kurd, Refîk Tekîn jî salvegera Rojnameya Kurdistanê pîroz kir û anî ziman ku divê Kurd fêr bbibin û bizanin bi çi zehmetî û zordariyan rojnamegeriya Kurd gihiştiye îro da ku wê hewldanê bidin berdewam kirin.
Rojnamevan Refîk Tekîn ji K24ê re wiha axivî: “Bi hemû zext û zordariyan re hewil dide da ku zextên li ser xwe biavêje û li ser piyan bimîne. Niha tiştên ku em dibînin ew e ku hêj berdewam e, hêj ew hewla bi hemû hêza xwe li ser piya mayînê didome.”
Di axaftinên din yên li merasîmê de, hat ragihandin ku bi berdelên giran rêwîtiya rojnamegeriya Kurdî didome û behsa rojname, kovar û navgînên çapameniyê ku çapameniya Kurdî gihandine îro hat kirin.