PDK û YNKê guftûgo li ser mîkanîzma referandûmê dikin

Bi serpereştiya Serok Barzanî, herdu Polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê pirsa referandûmê û karakirina Parlementoya Kurdistanê dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi serpereştiya Serok Barzanî, herdu Polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê pirsa referandûmê û karakirina Parlementoya Kurdistanê dicivin.

Peyamnêrê K24ê ragihand, îro herdu Polîtbîroyên DPK û YNKê li Hewlêrê dicivin, tewerên sereke jî yên civînê, mîkanîzmên encamdana referandûmê û çawaniya karakirina Parlementoyê ne.

Ev civîn piştî wê yekê tê, duh Serkirdayetiya Hevbeş a YNKê û Tevgera Goranê li Silmaniyê civiyabû û di daxuyaniyekê de ragihand, pêwîst e biryara referandûm li Parlementoyê were dayîn. Di civîna îro de jî YN