Li Şirnexê 2 leşker hatin kuştin

Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê 2 leşkerên din yên Tirkiyê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê 2 leşkerên din yên Tirkiyê hatin kuştin. 

Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ev çend roj in şerekî dijwar di navbera PKK û hêzên Tirkyê de rû dide û di nava sê rojan de hejmara leşkerên ku hatine kuştin gehiştin 6an.

Duh jî PKKê ragehandibû, ku di encama şerê li Şirnexê 7 leşkerên tirk hatne kuştin û 8 birîndar bûne. Derbarê şerê li diyarbekirê jî ragehand 8 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane .