Li Êlih û Diyarbekirê pîrozbahiyên 23'ê Nîsanê hatin betalkirin
Li Êlihê ji ber aloziyan, li Diyarbekirê jî jiber kuştina leşkerên Tirk, pîrozbahiyên 23'ê Nîsanê hatin betalkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Êlihê ji ber aloziyan, li Diyarbekirê jî jiber kuştina leşkerên Tirk, pîrozbahiyên 23'ê Nîsanê hatin betalkirin.
Li Tirkiyê, roja 23'ê Nîsanê wek "Cejna Zarokan û Serweriya Netewî" li seranserê Tirkiyê tê pîrozkirin.
Li Êlihê pîrozbahî bi pêşengiya Parêzgar û qeyumê şaredarî bi beşdariya efser û dezgehên hikûmî, li Parka Ataturk hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de balonên ku ala Tirk li hewayê digrin teqiyan û porê du beşdaran şewitî. Jiber tirs û aloziyan hin welatî serxwe ve çûn.
Parêzgar Ehmed Denîz, jiber bûyeran şahiyên Êlihê betal kirin.
Parêzgarê Diyarbekirê jî, jiber kuştina leşkerên Tirk, li Pasûr û Şirnexê, pîrozbahiyên 23'ê Nîsanê betal kirin.