Barzanî: Mezher Xaliqî cihê şanaziya hemû aliyan e
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li hunermendê mezin û navdar ê Kurd Mezher Xaliqî kir û ragihand, Mezher Xaliqî cihê şanaziya hemû aliyên e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li hunermendê mezin û navdar ê Kurd Mezher Xaliqî kir û ragihand, Mezher Xaliqî cihê şanaziya hemû aliyên e.
Malpera Serokatya Herêma Kurdistanê belav kir, “Roja sêşem 25.04.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Hunermendê Mezin û Navdarê Kurd Mezher Xaliqî kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî hal û rewş pirsînê spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Mezher Xaliqî kir ku bi sedema wê rola xwe ya li jiyana çandî û kultûriya gelê Kurdistanê de dîtiye û her wiha helwesta wî ya niştîmanperwerî bilind nirxand û hêviya tendirustiyeke baş ji bo wî xwest û ragihand ku Mezherê Xaliqî cihê şanaziya me hemû aliyeke.
Her di vê hevdîtinê de Mezher Xaliqî spasî erk û ked û xebata Serok Barzanî kir û ji bilî balkişandina bi siyaset û stratejiya Serok Barzanî ya di derbarê serbixweyiyê de, wê yekê xisterû ku hemû şiyan û berhem û çalakiyên xwe dixe xizmeta proseya serbixweyiya Kurdistanê.”