Bexda êrîşa Tirkiyê li ser Şingalê şermezar dike

Hikûmeta Federalî ya Iraqê bi serokatiya Heyder Ebadî bombebarana îro ya Tirkiyê li ser Şingalê şermezar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Federalî ya Iraqê bi serokatiya Heyder Ebadî bombebarana îro ya Tirkiyê li ser Şingalê şermezar kir.

Hikûmeta Iraqê bi egera dubarebûna bombebarana Tirkiyê li ser xaka Iraqê, hişyarî da Tirkiyê.

Îro danê sibê firokeyên şer ên Tirkiyê çend navendên serbazî li Şingalê bombebaran kir, di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 8 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.