Zarif: Guh nedin gotinên Trump

Li gor Ajansa fermî ya Komara Islamî ya Îranê IRNA, di hevdîtina xwe ligel rojnamevanan de Wezîrê derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarif, ji rojnamevanan xwest ku “guh nedin gotinên Trump”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor Ajansa fermî ya Komara Islamî ya Îranê IRNA, di hevdîtina xwe ligel rojnamevanan de Wezîrê derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarif, ji rojnamevanan xwest ku “guh nedin gotinên Trump”.

Hefteya derbasbûyî di presskonferansa xwe ligel Serokwezîrê Italya Paolo Gentiloni de, Serokê Amerikayê Donald Trump diyarkiribû ku “Rêkeftina atomî li gel Îranê xerabtirîn rêkeftin bû ye” û rexne li siyaseta Obama ligel Îranê girtibûn.

Trump destnîşan kiribû ku “Iran li gor rêkeftinê tevnagere û ew vê yekê ji Îranê re dê qebul neke”.

Piştî hilbijartina Trump wekî Serokê Amerikayê, pêwendiyên Waşington û Tehranê her aloztir dibin. Desthilata Îranê, Trump û Amerika bi êrîşkariyê tewanbar dikin û Waşington ji aliyê xwe ve, di hemû aloziyên Rojhilata Navîn û bizavên terorî de destê Îranê nîşan dike.