Parlementoya Iraqê êrîşa li ser Şingalê şermezar kir

Parlamentoya îraqê êrşa Tirkiyê ya ser çiyayê Şingalê şermezar kir û daxwaza vekirina dozekê li dijî Tirkiyê li Netewên Yekgirtî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentoya îraqê êrşa Tirkiyê ya ser çiyayê Şingalê şermezar kir û daxwaza vekirina dozekê li dijî Tirkiyê li Netewên Yekgirtî kir.

Peyamnêrê K24 li Bexdayê got, her çend e di rûniştina îro ya Parlrmrntoya Iraqê de nehat behskirin, lê Komîta Asayiş û Bergîriyê raportek bombebarana Şingalê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve amade kiribû û daxwaza kir, ji bilî şermezarkirina wê bombebarankirinê, li NY dozek li dijî Tirkiyê were vekirin.

Firokeyên şer yên Tirkiyê roja 25 Nîsanê êrîşî ser çiyayê Şingalê kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 8 Pêşmerge jî birîndar bibûn.