HSD: Nîvê Tebqayê hatiye kontrolkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karînê ji sedî 50 ji bajarê Tebqayê kontrol bikin, piştî ku DAIŞ ji hin taxên bajêr yên kevin derxistin û hewil didin ku tevahî bajêr kontrol bikin
K24 – Tebqa
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karînê ji sedî 50 ji bajarê Tebqayê kontrol bikin, piştî ku DAIŞ ji hin taxên bajêr yên kevin derxistin û hewil didin ku tevahî bajêr kontrol bikin
Şer û pevçûnên giran di navbera HSD û çakdarên DAIŞê de di hindirê bajarê Tebqayê de berdewam e ku HSDê karîne 2 taxên nû yên bi navê Nebabilê û Zehra kontrol bikin û ber bi navenda bajêr ve biçin.
Şervanê HSD Xelîl Setam li ser pêşveçûnên HSDê ji K24ê re got: “Niha em li bajarê Tebqayê ne û hewl didin ber bi navenda bajêr ve biçin. Heta niha me kariyê ji sedî 50 ji bajêr kontrol bikin.”
Li gor şervanên HSD pêşbîn e ku di heyama hefteyekê de tevahî bajêr bê kontrol kirin . Ji ber kêmbûna çek û cibilxaneya DAIŞê û reva endamên bêyanî ji hindirê tebqayê. Herwiha şervanan dan zanîn ku DAIŞê tenê otombêlên bombebarkirî û sekvantiyê wek heyberên berevaniyê bi kar tînin
Şervanê HSD Yamên Hemed jî dibêje: “Xelkê sivîl li ber pêşveçûnên me dibine kelem, ji ber ku DAIŞ xelkê sivîl wek mertalên mirovî bikar tîne. DAIŞê tenê otombêlên bombebarkirî û sekvantiyê wek heyberên berevaniyê bi kar tînin. Niha şer li çarxeriya Kîso berdewam e.”
Bajarê Tebqayê girîngtirîn û mezintirîn bajarên girêdayî parêzgeha Reqayê ku DAIŞ di wir de xwedî hêz bû. Li gorî fermandariya HSDê, ku bi kontrolkirina Tebqayê re, rizgarkirina Reqayê hêsan dibe.