Xwarinên Sûrî li Stenbolê belav dibin

Gelê Sûriyê ku piştî şer ber bi welatên biyanî ve koçber bûye, çanda xwe jî li xeribiyê dide nasîn. Yek ji wan jî, xwarinên Sûrî ne ku bi tehmên xwe bala mirovan dikêşine. Li Stenbola Tirkiyê ku li gor bajarên din herî zêde penaberên Sûrî lê dijîn, bi sedan xwaringeh ji aliyê penaberan ve hatine vekirin û xwarinên herî navdar ên Sûrî jî bi saya van xwaringehan li gelek kolanên Stenbolê belav bûne.

K24 – Stenbol

Xwarinên ji hev cudatir û bi tehm ji aliyê penaberên Sûrî ve têne çêkirin; lê belê cîh ne li xwaringehekê li Sûriyê ye, xwaringehekê li Tirkiyê ye. Penaberên Sûrî ku li Tirkiyê herî zêde li Stenbolê dijîn, xwarinên navdar ên welatê xwe li xeribiyê jî çêdikin û didin nasîn. Ûzî, meksikî, prosted, felafil û kubbelebeniye çend xwarinên bi nav û deng ên Sûrî ne.

Hostayekî xwarinê dibêje: “Berî ku em werin Tirkiyê haya xelkê vê derê ji xwarinên Sûrî tune bû lê niha ne wisa ye. Xwarineke navdar a devera Şamê ûzî ye ku li vir pir tê ecibandin. Di nav ûzî de fistiq, birinc, goştê sor, giyayên cûda û gelek tişt hene; di firinê de di nav 7 deqeyan de tê pijandin li Sûriyê dema dawetê dema şînê ev xwarin pir tê çêkirin.”

Hostayekî din jî dibêje: “Xwarina felafil ku ji nok, biharat, pîvaz û sîr pêk tê li Stenbolê jî gelek navdar bûye herwiha ligel nanê germ ê ku di tenûrên me de li gor şêwaza welatê me tê amadekirin ji aliyê hemwelatiyên Tirkiyê ve jî gelekî tê ecibandin.”

Xwarinên bi tehm ên Sûrî ku wek dewlemendiya çanda wî welatî tê nîşandan ji sedsal berê heta roja îroyîn belav bûye û niha jî ligel penaberan li cîh û warên cuda belav dibe.