Barzanî pirsgirêkên Pêşmergeyên Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn vedikole
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Pêwîst e jihevtêgihêştinek di navbera hikûmet û Dezgeha Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn hebe û navê Pêşmerge û destkeftên wan ên dadperwer werin yekalîkirin û xebata Pêşmergeyên piştguh nebe.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Pêwîst e jihevtêgihêştinek di navbera hikûmet û Dezgeha Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn hebe û navê Pêşmerge û destkeftên wan ên dadperwer werin yekalîkirin û xebata Pêşmergeyên piştguh nebe.”
Serokariya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, Serok Barzanî îro serpereştiya civîneke hevbeş a hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn kir, bo çareserkirina pirsgirêkên Pêşmergeyên Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn.
Di daxuyaniyê de hatiye, “Di vê civînê de ku bi mebesta çareserkirina kêşeyên Pêşmergeyên Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn û bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmet û Wezîr û berpirsên peywendîdaran birêveçû, dûvdaçûn ji bo bi cîhkirina biryar û raspardeyên Serok Barzanî di derbarê çareserkirina kêşeyan kirin. Her wiha Hikûmet jî rapora xwe ya di derbarê sedema paşketina çareserkirin û bi cîh kirina daxwazên her dû Dezgeha Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn xisterû.”
Her li vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da tekez li wê yekê kir ku pêwîst e her du alî hevdu têbigihin û li yekalîkirina navê Pêşmergeyan û musteheqatê wan de dadperweriyê berçav bigrin û ked û xebata Pêşmergeyan piştguh nexin. Her wiha wê yekê jî dûpatkir ku pêwîste her dû Dezgehên Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn ber çavê Hikûmetê bêne rûn kirin û Hikûmet jî bi mekanîzmekî guncaw çareserkirina kêşeyên Pêşmergeyan bi ewlewiyeta xwe bizane.
Di beşekî din ê civînê de Serok Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa siyasî û paşaroja Kurdistanê û proseya referandûm û serbixweyiyê ji bo amadebûyan behs kir.