HSD 3 taxên din yên Tebqayê kontrol dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Tebqayê pêşketinene balkêş bidest dixe û hejmarek ji taxan rizgar dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Tebqayê pêşketinene balkêş bidest dixe û hejmarek ji taxan rizgar dike.
Navenda Ragihandinê HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, şervanên HSDê şeva borî taxên Bo Îsa, El-Selam û El-Silo û herêma pîşesaziyê ji destê DAIŞê rizgar kirin.
HSDê da zanîn, di şer û pevçûnan de 48 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 5 çekdarên din jî dîl hatin girtin. Herwiha 3 tank, 2 BMB û roketek ji cureya Grad hatine desteserkirin.
Tê zanîn pêr HSDê taxên Mehacî, Boserab, Ebû Eyş, Kenîseya Aşûriyan, Kesar û Mesher rizgar kiribûn.
Operasyona kontrolkirina bajarê Tebqayê ji 21 Adara borî ji aliyê HSDê ve destpê kiriye û roja 15 vê mehê karî derbasî nava taxên Tebqayê bibe.
Şervanên HSDê didin zanîn, piştî pêşketinên di du rojên borî de, bêhtir ji 70 ji sedî ji bajarê Teqbayê hatiye kontrolkirin. Tê çaverêkirin ku bajarê Tebqayê di çend rojên bê de bi temamî ji aliyê HSDê ve bê kontrolkirin.