Li Sêgirka Şirnexê qedexe hat ragihandin
Li bajarokê Sêgirkê yê Şirnexê û gundewarên deverê ji ber operasyona serbazî qedexeya derketina derve hat ragehandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Sêgirkê yê Şirnexê û gundewarên deverê ji ber operasyona serbazî qedexeya derketina derve hat ragehandin.
Ji 18'ê Nîsanê ve li deverên Besta û Kato yên Şirnexê operasyonên Artêşa Tirk berdewam dike. Li bajarokê Sêgirkê yê Qilebanê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye, qedexeya derketina derve hat ragehandin û bi hoperlorên mizgeftê xelk hat hişyarkirin.
Derbarê qedexeyê de, dezgehên fermî daxuyanî nedan û tê diyarkirin ji ber operasyonê qedexe hatiye ragehandin û diyar nîne ku heta kengî berdewam bike.