Şîrovekar polîtîkayên PKK û Tirkiyê şaş dibînin

Bi hatina biharê, li Bakurê Kurdistanê şer û pêvçûnên di navbera Artêşa Tirk û PKK'ê de zêde bûn û Tirkiyeyê li ser Şingal û Rojava operasyonên hewayî li dar xist. Amerîka jî hêzên xwe li ser sînorê bakûr û rojava cîbicî kir. Çavdêrên siyasî vê yekê wekî encama projeyên Amerîkayê dibînin.

 

K24 – Diyarbekir

Bi hatina biharê, li Bakurê Kurdistanê şer û pêvçûnên di navbera Artêşa Tirk û PKK'ê de zêde bûn û Tirkiyeyê li ser Şingal û Rojava operasyonên hewayî li dar xist. Amerîka jî hêzên xwe li ser sînorê bakûr û rojava cîbicî kir. Çavdêrên siyasî vê yekê wekî encama projeyên Amerîkayê dibînin.

Piştî referandûma 16'ê Nîsanê hêviyek peyda bûbû ku pêvajoyeke çareseriyê li Tirkiyeyê dest pê bike. Lê berovajiyê vê yekê, li Bakûrê Kurdistanê şer û pevçûn gur bûn û Tirkiyeyê jî li Şingalê êrîşî PKK'ê û li Rojava jî êrîşî YPG'ê kir. Li ser vê yekê Amerîka jî hêzên xwe xist navbera hêzên Tirkiye û YPG'ê. Ev rewşa ku niha derketiye holê, ji aliyê çavdêrê siyasî Abdûlhay Okumuş ve wekî projeyên Amerîkayê yên Rojhilata Navîn tê nirxandin.

Çavdêrê Siyasî Abdûlhay Okumuş ji K24ê re got: "Amerîka li cîhanê hêza sereke ye ku mêzîna cîhanê kifş dike. Amerîka naxwaze nevbera xwe û Tirkiyeyê xirap bike. Lê li gel vê yekê jî di rojhilata navîn de YPG ji Amerîka re lazim e. Ji ber vê yekê jî Amerîka YPG'ê diparêze."

Li Bakurê Kurdistanê, di navbera PKK'ê û Artêşa Tirk de şer û pevçûnên dijwar rû didin. Pevçûnên ku rû didin, hêviyên destpêkirina pêvajoya çareseriyê jî qels dikin.

Şîrovekar Feyyaz Ekmen di vî warî de nêzîkbûna Tirkiyeyê jî û stratejiya PKK'ê jî xelet dibîne. Ekmen got: "Tirkiye dixwaze bi operasyonan şer û pevçûnan li hember PKK'ê encamekê bi dest bixe, ev xelet e. Lê stratejiya PKK'ê jî xelet e. PKK bi hatina biharê şer gur dike, bi vê yekê nikare encamek bi dest bixe, berovajiyê vê yekê ev helwest zirarê dide axa Kurdistanê"

Şîrovekar bang dikin ku hemû dînamîkên Kurdan li gorî berjewendiyên lidarxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê û bidestxistina statuyê ji bo Rojavayê Kurdistanê tevbigerin.