HSDê Nexweşxaneya Niştimanî ya Tebqayê kontrol kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Nexweşxaneya Niştîmanî li bajarê Tebqayê kontrol kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Nexweşxaneya Niştîmanî li bajarê Tebqayê kontrol kir.
Peymanêrê K24 li bajarê Tebqayê ragihand, HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî Nexweşxaneya Niştîmanî li bajarê Tebqayê ji destê çekdarên DAIŞê rizgarkir.
Herwiha ragihand, şer li nava taxa sêyem ya li bajarê Tebqaya nû di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de berdewam e, di heman demê de jî bombebarankirin jî ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewleyî li ser bargehên DAIŞê berdewam e, ku di encamê de hejmarek ji kuştî û birîndarên DAIŞê hene.
Duh HSDê bi piştevanya Hêzên Hevpeymanan bajarê Tebqaya Kevin kontrol kiribû.
Bajarê Tebqayê 55 k.m li rojavayê Reqayê ye, ji du beşan pêk tê, Tebqaya Kevin û Tebqaya nû. Tebqaya nû di sala 1968an de piştî destpêkirina pojeya bendava Ferêt hate avakirin û bi navê (Sewra) hate binavkirin.