Asayişa Kerkûkê: Me dest bi lêkolîna kuştina Mihemed Yunis me kiriye

Berdevkê Asayîşa Kerkûkê aşkera kir, lêkolîn li ser bûyera terorkirina Cîgirê Rêveberê Kompanyaya gaza Bakur destpê kiriye û berdewame.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Asayîşa Kerkûkê aşkera kir, lêkolîn li ser bûyera terorkirina Cîgirê Rêveberê Kompanyaya Gaza Bakur destpê kiriye û berdewam e.

Îro li bajarê Kerkûkê nêzîk rawestgeha Yekê Xizîranê ya hêzên ewlehiyê, Cîgirê Rêveberê Kompanyaya gaza Bakur Mihemed Yunis li gel parêzvanê wî yê bi navê Şaho hatin teror kirin.

Peyamnêrê K24ê jî ragihandibû, kujer di nava otombîleke ji cura “BM” bûn û 3 kes di otombîlê de bûn û gule li otombîla Mihemed Yunis kirin.

Berdevkê Asayîşa Kerkûkê Ferhat Elî de ragihand, piştî ku Pêşmerge parastina sînorên Kerkûkê girtiye serxwe, li Kerkûkê aramiyek baş pêk hatiye.

Got jî, ji ber hebûna DAIŞê li bajarokê Hiwêce û nêzîkî milyonek koçber li parêzgeha Kerkûkê hene, bandoreke mezin li ser wê parêzgehê kiriye.

Mihemed Yunis jidayikbûna sala 1964an e endamê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû. 

Cîgirê Rêveberê Kompanyaya Gaza Bakur Mihemed Yunis
Cîgirê Rêveberê Kompanyaya Gaza Bakur Mihemed Yunis