Li Çêlê 7 leşkerên Tirk birîndar bûn

Li bajarê Colemêrgê di encama pevçûnekê de 7 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn û 2 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Colemêrgê di encama pevçûnekê de 7 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn û 2 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de Parêzgeriya Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku, li navçeya Çêlê hêzên lşekerî yên Tirkiyê li dijî PKKê operasyonek asimanî pêk anîne û 8 bingehên PKKê hatine tunekirin. Herwiha endamên PKKê xwestine êrîşê bingeha leşkerî ya Guvendagiyê bikin.

Parêzgeriya Colemêrgê got jî, piştre di navbera wan û hêzên leşkerî de şer derketiye. Di encamê de 2 endamên PKKê hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne.

Hat zanîn rewşa leşkerekî giran e.