Parlamentera berê ya HDPê serbest hat berdan
Parlamentera berê ya HDP û Peyvdara Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata, piştî şeş mehan serbest hat berdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamentera berê ya HDP û Peyvdara Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata, piştî şeş mehan serbest hat berdan.
Ayla Akat ku, di xwepêşandana şermezarkirina binçavkirina hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anlî de hatibû binçavkirin, îro derket pêşberî Pêncemîn Dadgeha Cezaya Giran ya Diyarbekirê. Di rûniştina yekemîn de biryara serbest berdanê da.
Akat bi bangêşiya rêxistina terorê û binpêkirina yasyaya xwepêşandanê 14 car tê tometbarkirin û bo wê 95 sal cezaya zîndankirinê tê xwestin. Dadgeha Cezaya Giran bi mercê "Çavdêriya Dadî" biryara serbestberdana Akat da.
Akat beriya şeş mehan hatibû girtin û li Girtîxaneya Kandira ya Kocaelî dima. Kongreya Jinên Azad (KJA) jî bi biryarnameya Rewşa Awarte hatibû daxistin.