Tirkiye: Plana kontrolkirina Reqayê dide Amerîka

Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar, Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Serokê MÎTê Hakan Fîdan li Amerîkayê û daxwazê ji rêveberiya Trump dikin, ku dest ji hevkariya YPGê berde.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar, Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Serokê MÎTê Hakan Fîdan li Amerîkayê û daxwazê ji rêveberiya Trump dikin, ku dest ji hevkariya YPGê berde.

Duh Akar, Fîdan û Kalin serdana Amerîkayê kiribûn. Naveroka serdana wan aşkere bû, dê her sê rayedarên Tirkiyê di hevdîtinên xwe de pilana Tirkiyê ya rizgarkirina Reqayê pêşkêşî Amerîkiyan bikin.

Li gor wê pilanê Tirkiye bi riya Girê Spî li dijî Reqayê operasyon çê bike. Herwiha dê 5 hezar endamên çekdarên opozîsyona Sûriyê jî beşdarî operasyonê bikin.

Herwiha ew her sê rayedarên Tirkiyê ji Amerîkayê dixewazin ku YPG tevlî operasyonê nebe.

Biryar e 15ê Gulanê jî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan serdana Amerîkayê bike û digel Donald Trump bicive.

YPG ku hêza sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye,  operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû, niha jî ew operasyon di qonaxa xwe ya çaremîn de birêve diçe.