Derbarê 107 karmendên Şaredariya Wanê doz hate vekirin
Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê 107 karmendên Şaredariyê de doz vekir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê 107 karmendên Şaredariyê de doz vekir.
Di 17ê Mijdara 2016an de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya hatibû binçavkirin û li ser vê yekê karmendên şaredariyê nerazîbûn nîşan dabûn û xwenîşandan lidar xistibûn.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê jî derbarê vê xwenîşandanê de lêpirsîna xwe bidawî anî û da zanîn ku 107 karmendên şaredariyê bêdestûr kom bûbûn û xwenîşandanek neyasayî kirine. Serdozgerî ji ber vê hincetê derbarê karmendên şaredariyê de doz vekir û heta 3 salan cezaya zindanîkirina wan xwest.
Dadgehkirina 107 karmendên şaredariyê dê çend rojên pêş de dest pê bike.