Muna Qehweçî: Em beşdarî rûniştina parlamentoyê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Fraksiyona Partiya Çaksaziya Tirkmen li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, fraksiyona wan beşdarî rûniştina îro dibe û bang li hemû parlamenteran kir ku ji bo bicihanîna erkên xwe yên yasayî li hola civînê amade bin.

Seroka Fraksiyona Partiya Çaksaziya Tirkmen Muna Qehweçî îro 4ê Mijdara 2026an, ji Kurdistan24ê re ragihand, rûniştina îro temamkera civînên berê yên parlamentoyê ye û fraksiyona wan amade ye tê de cih bigire.

Muna Qehweçî bang li endamên parlamentoyê kir ku berpirsiyariya xwe bicih bînin û got: "Em daxwazê ji tevahiya parlamenteran dikin ku amade bin, da ku erkê xwe yê yasayî pêk bînin. Em wekî Fraksiyona Partiya Çaksaziya Tirkmen dê li hola parlamentoyê amade bin û hêvîdar im ku parlamenterên din jî amade bibin."

Seroka Fraksiyona Partiya Çaksaziya Tirkmen tekezî li ser giringiya lidarxistina rûniştinê kir û got: "Ji bo me gelekî girîng e ku rûniştina parlamentoyê birêve biçe, da ku xelkê Kurdistanê bigihîje wan armancên ku dengê xwe ji bo wan daye."

Qehweçî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa siyasî û destnîşan kir ku ji ber parlamento ev du sal in bêçalak maye, pêwîst e îro ji nû ve bê aktîvkirin û dest bi karên xwe bike.