HDP hevserokeke nû li cihê Yuksekdagê datîne

Serpîl Kemalbay bû Hevseroka Nû ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

K24 – Navenda Nûçeyan

Serpîl Kemalbay bû Hevseroka Nû ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

Piştî ku mafê endambûna HDPê û mafê parlementeriyê ji dest hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yûksekdagê hate standin, rêveberiya HDPê neçar ma ku ji bo xwe hevserokek nû diyar bike. Hat zanîn HDP biryar daye ku di şûna Fîgen Yûksekdagê de Serpîl Kemalbay bibe hevseroka nû ya HDPê.

Hevserokê din yê HDPê Selahatîn Demîrtaş jî dê heta kongireyê dê li ser karê xwe be.

Demîrtaş û Yuksekdag ji 4ê Mijdara 2016an ve girtî ne. Di meha Sibatê de mafê parlementeriyê meha Adarê de jî mafê endambûna HDPê ji aliyê dadgeha bilind ve ji destê Yuksekdagê hatibû standin. 

 

 

Fly Erbil Advertisment