Endamên Kurd ên opozîsyona Sûriye ji serokê nû hêvîdar in
Opozîsyona Sûriyê serokê xwe yê nû hilbijart. Piştî dengdayîna ku 2 roj li Stenbolê di navbera endamên opozîsyonê de berdewam kir, Riyad Sêf beramberî Xalid Xoce bû serokê nû yê opozîsyonê. Endamên Kurd ku piştevaniya Sêf kirin diyar kirin ku ligel serokê nû ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê dê xebatên baş bikin.
K24 – Stenbol
Opozîsyona Sûriyê serokê xwe yê nû hilbijart. Piştî dengdayîna ku 2 roj li Stenbolê di navbera endamên opozîsyonê de berdewam kir, Riyad Sêf beramberî Xalid Xoce bû serokê nû yê opozîsyonê. Endamên Kurd ku piştevaniya Sêf kirin diyar kirin ku ligel serokê nû ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê dê xebatên baş bikin.
Riyad Sêf wek 6êmîn serokê opozîsyona Sûriyê hat hilbijartin. Li Stenbolê seranserê du rojan ji bo hilbijartina serokê nû yê opozîsyonê endamên opozîsyonê li hev civiyan. Ji bo serokatiyê du berbijar hat diyarkirin: Riyad Sêf û Xalid Xoce. Sêf bermaberî 41 dengan bi 58 dengan bi ser ket û bû serok.
Nûnerê ENKSê Şelal Gedo ji K24ê re wiha axivî: "Ji bo hilbijartina Riyad Sêf bandora me ya Kurdan gelek mezin bû. Sêf bi dengên me yên Kurdan bû serokê îtilafê. Di navbera Sêf û Xalid Xoce de nêzî 14 deng hebûn û 14 deng jî ya me bû. Dr. Necîb Heqîm jî bi dengê me bû emîndarê giştî. Sêf dostekî qedîm e bo Kurdan. Em bi Sêf bawer in ku em ê ligel wî di demên pêş de em ê têkiliyên baştir deynin û xebatên baş bikin."
Endamên Kurd ku di nav opopzîsyonê cîh digirin piştevaniya Sêf kirin, li gorî wan Sêf ji bo maf û azadiya Kurdan helwesteke erênî nîşan dide.
Endamê Opozîsyona Sûriyê Guman Hisên jî got: "Kesayetiya birêz Sêf kesayetekî vekirî ye. Baweriya wî bi demokrasiyê heye û di wê bîr û baweriyê de ye ku hemû pêkhateyên li Sûriyê di pêşeroja Sûriyê de cîh bigirin. Sêf bi vê taybetmendiya xwe hêviyê dide me ku pêkhateyên cuda yên li Sûriyê ji bo avakirina bingehîn a baştirîn a pêşerojê geş bibin."
Di hilbijartinê de ku salê carekê tê kirin, 3 kes jî wek cîgirên serokê tên hilbijartin. Abdurrahman Mistefa û Selwa Kitaw di heyama nû de dê wek cîgirên serokê kar bikin. 3emîn cîgirê serokê jî dê Kurd be lê belê ji ber ku endamên encumenê hêj nav diyar nekirine heta niha 3emîn cîgir nehatiye hilbijartin.