YNK û Goran, referandûm û karakirina parlementoyê gotûbêj dikin
Civîna Serkirdayetiya hevbeş a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê li Silêmaniyê dest pê kir û biryar e di civînê de pirsa referandûmê û karakirina parlementoyê gotûbêj bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna Serkirdayetiya hevbeş a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê li Silêmaniyê dest pê kir û biryar e di civînê de pirsa referandûmê û karakirina parlementoyê gotûbêj bikin.
Li gor zanyariyên Peymanêra K24ê, di civînê de YNKê û Tevgera Goranê behsa posta Parêzgariya Silêmaniyê û dest ji vekişandina Serdar Qadir ji wê postê dikin.
Serdar Qadir ku endamê Tevgera Goranê ye di roja 2 vê mehê dest ji posta Parêzgariya Silêmaniyê kişandibû.
Herwiha YNK projeya karakirina Parlementoya Kurdistanê jî dide Tevgera Goranê.
Şanda YNKê ji Hêro Îbrahîm Ehmed, Hakim Qadir Heme can, Îmad Ehmed, Rifed Ebdulah û Şalaw Kusret Resûl pêk tê. Ji aliyê Tevgera Goranê jî Omer Seyid Elî, Mihemed Tewfîq Rehîm, Osman Hacî Mehmûd û Îsmaîl Namiq beşdar in.